Hozan Dino

Hozan Dino

0 Takipçi 271 Görüntüleme
Mobil Cihazınızda veya web sitemiz üzerinden Hozan Dino radyosunu ücretsiz dinleyin.
Dîno an jî Hozan Dîno (z. 1969, gundê Xewiskarê, Erdexan), hunermendekî kurd e. Jînenîgarî Dîno di sala 1969\'an de li gundê Xewiskara girêdayî Erdexanê jidayikbû. Dibistana xwe ya yekem û ya navend li Navca Xasê (Hasköy, Xoçvan) qedand. Dibistana xwe ya bilind li Dibistana Mamosteyan a Gümüşhane berdewam kir û piştî vê derbasî Stenbolê bû. Ji ber sedemên şexsî mecbûr ma dibistana maomosteyan di sinifa dawî de biterikîne. Piştî demekê ew di çarcoveya Navenda Çand a Mezopotamya de cara ewil tevlî xebatên muzîkê dibe. Lê ji ber sedemên aborî heta demekê dev ji xebatên xwe yên muzîkê berdide. Di wê demê de (salên 90\'i) şerek li dijî kurdan destpê kiribû, yê ku hê bênav bûbû - û Dîno jî di bin tesîra vî şerî mabû. Lewra di sala 1995\'an de ji ber \'piştgiriya rêxistineke qedexe\' hat binçavkirin. Piştî serbestberdayînê ew di sala 1998\'an de mecbûr dimîne welat biterikîne û bi vî havî ser li mafê penabertiyê li Holandayê dike. Ji wê rojê pê ve ew li Hollandayê dijî. Hunera Mûzîkê Dîno bi alîkariya Mîr û Kom Muzîkê çar albûm da weşandin. Taybetiya herî balkêş a albumên xwe ev e ku gotin û muzîk bi tevahî ya Dîno ne. Bi dengê xwe yê bêhempa ew xwe ji gelê kurd re da pejirandin û cihê xwe yê metîn di nava muzîka kurdî de girtiye. Hozan Dîno hunera xwe bi vî havi dide nasîn: Ez hewl didim ku bibim hunermendê ew gelê ku evîn û azadiyên wî hatine dizîn, hêviyên wî bi paş de hatine xistin, kêfxweşiya wî nehatiye zindî kirin û yê ku, wekî ji mirovatiyê re ders bide, hê jî li ser pîyan e. Dîno bi taybetî bi strana xwe ya \"Lê dayê\" bi nav û deng e. Albumên Stûdyo Lê Dayê (2002) Çû (2005) Namûs (2007) Dîsa Çu (2011) Roj (2020) Klîb Oy Yarê (2009) Çû (2009) Şev Bi Tarîya Xwe Tirsya (2013) Were Gulê (2015)
Mobil Cihazınızda veya web sitemiz üzerinden Hozan Dino dinle!
Get it on Google Play Get it on App Store
Benzer radyolar

Ücretsiz uygulamayı indir

Gittiğin her yerde 100 binden fazla canlı radyo istasyonuyla birlikte podcast'ler ve programlar gibi kayıtlı içeriği dinle.

Get it on Google Play Get it on App Store